GUNDÊ KÊRÎSERA JÊR
Gundê Kêrîsara Jêr a ku li Geliyê Dêzê bi sed salan malvaniya Asûriyan kiriye. Piştî koçkirina Asûriyan ya sala 1915’ê gund bi salan vala maye.
Evdirehman Yîgît, sala 1961’ê ji Gundê Pîrosan( Pîrozan) yê li ser navçeya Elkê a girêdayî Şirnexê koçkiriye û li gel lêzimên xwe cara yekem hatiye Herêma Dêzê û li Gundê Soyê cih bûye.
Evdirehman Yîgît‘ê ji ku malbata Mela Mehmûdê Biloliyan a baskê girêdayî Pîrosiyan sala 1962’ê ji lêzimên xwe vediqete û li gundê Kêrîsera Jêr a li Geliyê Dêzê cih dibe.
Kurên Evdirehman Yîgît; Ehmed, Mehemed Siddîq, Receb û Ezîz bi serê xwe heft salan li gund jiyan kirine. Piştre xwarziyê Evdirehman Bekir jî li gund cih dibe û li gel wan jiyan dike.
Bi salan li gund şeş malan jiyana xwe domandine. Piştî gund valakirina 1994’ê neçar mane û koçkirine Geliyê Dêzê yê ku li ser rêya Colemêrg-Wanê dimînê. Ew malbat li Dêzê cih dibin.
Piştî heşt salan li gel destûra vegera gundan ya 2002’yê neh malbat dîsa vedigerin ser gundê xwe û jiyana xwe wek bere li wê derê berdewam dikin.
JİYANA GUND
Taybetiya gund ya herî balkêş ewe ku di Geliyê Dêzê de û li ser rêya Geliyê Cehenemê ye. Heri wiha ev gund dikeve binê kevirê asê yê wek Kela Siringê tê nasîn.
Ji ber gund dikeve sêgoşeya teng ya navbera Avaspî ku ji Geliyê Cehenemê tê û çemê biçûk yê ji Geliyê Olediriyê tê derfêtên çandiniyê tune ne. Gundî debara bi ajalvanî û mêşvaniyê ve pêktînin.
Her wiha di nav 16 dêrên Asûriyan de ya herî mezin bi navê Dêra Mar Şalîta li Geliyê Dêzê ye û dikeve aliyê başûr rojavayê Gundê Kêrîsera Jêr.
Ev dêr wek Dêra Çiya jî tê binavkirin. Dêra balkêş ji bo Asûriyên mezheba Nestûriyan wek navenda perwerdehiyê dihat bikaranîn.
ZOZANÊN WÊ
Zozana wê a bi navê Oledirî; dikeve başûrê gund û li aliyê rojhilatê Çiyayê Simbil dimîne.
GİHANÎ
Ji navenda Colemêrgê dema mirov ber bi Wanê ve diçe, piştî 18 kîlomîtroyan li rastê Qereqola Zapê rêya gund cuda dibe û ber joriya Geliyê Dêzê piştî 8 kîlomîtroyan Gundê Kêrîsera Jêr derdikeve pêşiya we.
Çavkanî: Mehemed Yîgît / 6’ê Berfanbarê 2020
Gundê Kêrîsera Jêr / Colemêrg
Wergêr: Eyüp Bor
İNGİLİZCE
THE VILLAGE OF AŞAĞI KIRBAŞ (AŞAĞI KIRBAŞ KÖYÜ)
The village of Aşağı Kırbaş (Kêrîsera Jêrî), which located in the valley of Kırıkdağ (Dêzê), which has hosted the Assyrians in the region for centuries, remained empty for years after the Assyrians began leaving the region in 1915.
Abdurrahman Yiğit, who was a member of the family of Mela Mahmut of the Pîrosi tribe in the Bölücek (Pîrosan) village in Beytüşşebap, a district of Şırnak, left his village in 1961 and came to the Kırıkdağ (Dêzê) region and first settled in the village of Soyê with his relatives.
In 1962, Abdurrahman Yiğit (Evdurehmanê Salih) left his relatives and settled in the village of Aşağı Kırbaş (Kêrîsera Jêrî) which is far away 26 kilometers from Hakkari center.
The family of Abdurrahman Yiğit, who lived alone in the village for 7 years with his sons Ahmet, Salih, Mehmet Sıddık, Recep and Aziz, later Abdurrahman's nephew Bekir Yiğit joined them.
The villagers, who continued their lives as 6 houses for many years, left their villages after their village was evacuated in 1994 and settled in Dêz (Dêzê), which is located at the entrance of the valley of Kırıkdağ (Geliyê Dêzê) on the Hakkari - Van highway.
After staying here for 8 years, by taking the permission to return to their villages in 2002, 9 families returned to their villages and start to continue their old lives.
LIFE IN THE VILLAGE
The most prominent and striking feature of the village, which is located on the way of the valley of Cennet ve Cehennem in Kırıkdağ (Spîxane), is that it is located right at the bottom of the rock known as Kela Siringê, which resembles as a castle and rises vertically.
Because of the fact that the village is located in a narrow triangle where the White Water (Avaspî) stream flowing from the Cehennem stream and the stream which flowing from the valley of Oledirî join, the agricultural land is very scarce. Therefore, villagers deal with sheep / goat breeding and beekeeping in order to maintain their lives in the region.
Among the 16 churches in the valley of Kırıkdağ, one of the largest and most striking ones, is the Mar Şalita Church / Dêra Mar Şalita or Dêra Çîya, which was built by the Assyrians in 1689 (known as an important educational center of the Nestorian sect in the region), is located on the upper side of the mountain falling to the southwest of the village.
HIGHLANDS
The highland of Oledirî is located in the valley of Oledirî, which belongs to the village of Aşağı Kırbaş, to the south of the village and to the east of Sumbul Mountain.
TRANSPORTATION
After driving 18 kilometers from Hakkari city center towards Van direction, before reaching the Zap Police Station, you will see the village of Aşağı Kırbaş when you proceed 8 kilometers up the valley from the road that splits towards the valley of Kırıkdağ on the right.
SOURCE: Mehmet Yiğit / 6 December 2020 / The village of Aşağı Kırbaş Hakkari
Translator: Hasret Gündüz